German





German an jî gelên germanî, gorî zimanên xwe yek ji komên gelên hind û ewropî ne ku bi eslê xwe ji bakurê Ewropayê ne. Gelên germanî ji pê koça Ewropayê kirin, bi dimatiyên ewropî yên kelt, slav û romanan ve teva hev bûn û îro gelên Ewropayê pêk tînin.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyva German, bê guman ji zimanê germanên berê de hatiye afirandin. Ger bi zimanê germanî yê kevnare tê wateya "şîş" an "cirît" û man jî tê wateya "mirov". Lê bêtir hin teoriyên li ser peyva german hene. Peyva latînî ya germani herî pêşîn ji aliyê Julius Caesar ve hatiye bikaranîn û bê guman ew ji zimanê keltî hatî bû girtin. Di pirtûka xwe ya li ser Şerê Galî de, Julius Caesar ji welatên rojhilata rûbarê Renê re wekî Germania behs dike. Dîsa bi latînî germanus tê wateya hevalbendî, mirovatî û bê guman vê peyvê ji bo germanên ku bi keltan re hembera romiyan hevalbendî kiribû dane.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî arkeolog û zimannasan qewmên germanan heta dorî 1000-500ê b.z. li Skandinavyaya başûr û herêma Schleswigê dijiyan. Di 850-760ê b.z. de bê guman ji ber avhewayê, germanan ji Skandinavyayê dest bi koçî başûr kirine. Di 650ê b.z. de êdî koç zû bûn û li bakura Ewropayê bicih bûn. Kîjan qewmên germanan li ku bicih bûn bi tûnî ne vebirî be jî, gelê got li başûra Deryaya Baltîk bi şûn bûbûn.